Daxuyaniya Akademiya Kurdî Stockholmê bi nivîskî weha ye:
Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hêzên mezin (DYA, Frans, îsraîl…) mafê neteweya Kurd nas bikin û bibin alîkar daku ku kurd li ser axa xwe azad bijîn. Kurd bi tena serê xwe nikarin xwe li hember dijminên xwe, xwe biparêzin, ji ber vê yekê divê ev hêzên jorîn Kurdan biparêzin. Divê pirsgirêka Kurd di avakirina hikumeta nû ya Sûriyê de bihête çareserkirin û Neteweya Kurd bi qasî neteweya Ereb bibe xwediyê hemû mafên xwe yên neteweyî. Rizgariya neteweya me ya rastî bi yekitiya wî ve girêdayî ye. Divê rêber û serokên Kurdan hemû nakokîyên xwe danîn alîyekê, li hev bikin da ku bikaribin bibin alîyekî Kurdistanî. Pêşeroj û serketina Rojavayê Kurdistanê bi yekitiyeka neteweyî ve girêdayî ye. Bibin yek, bibin yek…
Pêwîste em akademisyen bi perspektiveka akademîk li pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê binirxînin, ji ber ku em bi çavdêrekî rexnegirî yê kûr lê mêze dikin. Em dikarin li gorî çavderiyê encaman derbixin holê, lê ne bes e. Rexnegir û lêkolîner xwedî jêhatîbûna zanistiyê ne. Ramana lêkolîner, rexnegir û akademisyen li ser bingehê zanistê, serbixwe, sîstematîk û armanckirî ne. Akademisyenê Rûs Konstantin Turyevtsev gotibû: ”Heke serok dewlet Beşar Esed bixweste bi xala qanûnê ya benda 107ê pirsa Kurd çareser dibû...” Putîn dibêje: ”Divê pirsa Kurd çareser bike, divê di dema Beşar Esed de çareser bûbûye. Dîplomatê Amerîkî Ethan Goldrich dibêje: “parastina mafên kêmneteweyên etnîkî, grupên nijadî û komên olî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pir girîng e. Li gorî wî Amerîka ji Sûriyeya nû venakişe. Serokê CIA yê David Petraeus û berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyeyê Staffan de Misture û dostê Kurdan ê Fransî Bernard – Henry Levy di sala 2020î de li ser rewşa Kurdan li Zaningeha Yalê ya eyaleta Connetcuta Amerîkayê bi hev şêwirîbûn û sûd ji dîtinên hev wergirtin. Du senatorên Amerîkî li dijî operasyona Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê ne. Yek jê senatorê Demokrat Chris Van Hollen e û yên din senatorê Komarî ku navê Lindsey Graham e. Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalera Baerbock dixwaze Tirkiye ji Rojavayê Kurdistanê vebikişe. Li gorî wê ewlehî, serbestî û aramî ji bo siberojeka Kurdan girîng e.Noam Chomsky dibêje Kurd bibin yek û dabeşên navxweyî derbas bibin. Wî da zanîn ku pirgirêkên Kurdan li gorî welatên ku lê dijîn ji hev cuda ne.
Îro roj roja parastina axa Kurdistanê ye ku ew ax namûs û şerefa neteweya Kurd e. Divê Kurd ji bo parastina axa xwe, yekrêziya siyasî û leşkerî pêkbînin. Dijminên Kurdan ji Kurdan bihêztir in ji ber vê yekê, divê Kurd ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hêzên navdewletî yên ewlekariyê ve bên parastin. Îro hebûna hêzên navdewletî bi taybetî DYA, Fransa û Îsraîl hêvîyeka mezin dide me. Divê pirsgirêka Kurd di avakirina hikumeta nû ya Sûriyê de bihête çareserkirin û neteweya Kurd bi qasî neteweya ereb bibe xwediyê hemû mafên xwe yên neteweyî. Rizgariya neteweya kurd ya rastî bi yekitiya wî ve girêdayî ye. Divê rêber û serokên kurdan hemû nakokîyên xwe danîn alîyekê li hev bikin da ku bikaribin bibin alîyekî. Pêşeroj û serketina Rojavayê Kurdistanê bi yekitiyeka neteweyî ve girêdayî ye.
Piştî hilweşîna rejîma dîktator a Beşar Esed, Tirkiye xwe amade kir ji bo dagîrkirina axa rojavayê Kurdistanê. Ji ber nakokî û şerê bi kurdan re otorîterîzma cidî û polîtîkaya derve ya milîtarîst hatiye avakirin û ev polîtîka tund ya Tirkiyeyê li dijî kurdan e. Rejima Beşar Esed têkçû, lê zulm û eşa wê ma. ”Divê cihê nûnertiya Kurdan li Neteweyên Yekbûyî hebe”. Kurdên Rojavayê di navbera hêvî tirsê de ne. Trump berê ji aliyê Erdogan ve hatibû xapandin. Trump dê li Sûriyeyê ji bo kurdan çi bike?
1. Sîstemeka federalî yan mafê çarenûsa xelqê kevnar ku di deklerasyona Peymana Neteweyên Yekbûyî de jî cih digire, bikeve praktîka rojane. Sûriyeka federalî ku kurdî û erebî bi qasî hev bi qiymet bin (zimanên fermî yên dewletê bin).
2. ENKS û PYG/HSD di pêvajoya siyasî de cih bigirin û bi hev re bin. PYG/HSD û rêxistên kurd dev ji siyaseta li dijê dewletbûna Kurdan berbide… ENKS li Kurdistanê federalîzmê diparêze. PYD/HSD kartoneka xweseriyê diparêze. Divê Kurd dev ji xweseriyê/kantonên herêmî berbidin û sîstema federalî / mafê çarenûsê bixwazin. ENKS,PYG/HSD û kurdên Rojavayê Kurdistanê peymaneka îmze bikin û bihevre statûya axa Kurdistanê biparêzin.
3. Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe zimanê fermî û zimanê duhemî jî erebî be.
4. Gelên Asur/Suryan, Kildanî, Çerkez, Ermenî, Durzî, Tirkmen/Tirk û Erebên ku li Roavayê Kurdistanê û Sûriyê hene wek hindikayî/kêmnetewe dijîn, divê ji zordestiya neteweyî bên xelaskirin û di nav sînorên Kurdistanê de bi zimanê xwe perwerde bibin, heqên wan yên çandî, neteweyî û demokratîk bên naskirin. Kom an grupên olî (îdînî) jî yên cûda hene, divê ew jî bigihîjin mafên xwe yên olî. Divê desthilatdar û siyasetzanên Kurd pirsa kêmneteweyên etnîkî, kom an grubên olî li gorî lêkolînên zanistiyê bikin.
Divê Neteweya Kurd ji aliyê hêzên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û ewlekariya wan ve bên parastin. Divê herêmên Kurdan li hember destwerdan û dagîrkeriya derve bên parastin. Jı ber ku Tirkiye piştgirî û alîkariya SMO (Orduya mîlî ya Sûriyê) dike. SMO çeteyên Titkiyeyê ne û li dijî kurdan şer dikin.
5. Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hêzên mezin êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî kurdên sivîl li Rojava û hemû Kurdistanê rawestînin.
6. Heke Tirkiye destwerdanê neke, li ser axa Kurdan, aştiyê, ewlehî û hiqûqên NY, YE û DYA dikevin rojeva Rojavayê Kurdistanê, bicih dibin.
Dewleteka federalî, Dewlet, Serxwebûn, Mafê çarenûsî û Xweserî çi ne?
Di pergala hiqûqî ya navneteweyî de dewlet aktoreka qanûnî tê hesibandin û divê ew çar pîvanan bicih bîne:
1. Nifûsa daîmî hebe.
2. Herêma diyarkirî hebe.
3. Hikûmet (parlamento, desthilatdarî, sazî û înstitusiyonên xwe...).
4. Kapasîteya ku bi dewletên din re bikeve têkiliyê hebe.
Neteweya Kurd xwedî van her çar şertên bingehîn e.
Dewleteka federalî yekbûna du dewletên serbixwe (an jî çend dewletên serbixwe) ku herdu jî bi qasî hev xwedyê mafên xwe û axa xwe ne. Mafê çarenûsî, mafê hiqûqa navneteweyî ya xelqê bindest ku bixwe xwe bi rêve bibe an bibe xwedî serxwebûna siyasî. Xweserî xwerêvebiriya navxweyî ya ne diyar e. Çend dewletên cîhanê yên niha federal in, wek mînak: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Amerîka dewleteka Federal a Komarî), Kanada…Serxwebûna Amerîkayê ya Danezana sala 1776ê pir girîng e. Di sala 1776ê de, Amerîka bû dewleteka serbixwe û bi xwe ve girêdayî. Mînak: Komara Çek û Slovakya, du hikûmetên hevpar hebûn.
Kurte
Sûriyeya nû bibe dewleteka federalî û hebûna NeteweyaKurd di makezagonê (qanûna bingehîn) de bibe alîyek (teref) û bi qasî Neteweya Ereb li ser axa xwe bibe xwedî hemû mafên xwe yên neteweyî. Ji bilî mafên Neteweya Kurd, mafên kêmneteyên etnîkî û grubên oli jî girîng in û dive ew jî bigihîjin mafên xwe. Ya herî baş ew e ku Sûriye nebe dewleteka navendî. Li dinyayê qiymeta demokrasiyê, mafê çarenûsa neteweyên bindest, mafên kêmneteweyan û mafên mirovan tune ye, tim tên binpêkirin. Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê, ew yên ku van mafan diparêzin, bêdeng dimînin, dihêlin ku Kurd ji hemû mafên xwe bêpar bin. Ji lewre Akademiya Kurdî li Stockholmê bangê Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî dike ku biryar bidin ku neteweya kurd layîqê dewleteka federal e. SMO çeteyên Titkiyeyê ne û li dijî kurdan li Rojavayê Kurdistanê şer dikin û li hemberî vê rêxistina terorîst divê hêza mezin wek NY/YE/DYA hebe.
Têbinî: AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM bangê hemû aliyên Kurd ên siyasî dike ku şer li ser axa me çênebe. Kurd bi Kurd re û herwisan jî bi dijminên xwe re tenê rêya diyalogê hilbijêrin û ji Alaya Kurdistanê re xwedî derbikevin.
Akademiya Kurdî li Stockholmê
Serokê Akademiya Kurdî
Dr. Maruf Yilmaz