'Divê Tirkiye cudahiyê bixe navbera PKK û civaka Kurd'

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna diyar kir ku welatê wê jî mîna Yekîtiya Ewropayê (YE) PKKê xistiye "lîsteya rêxistinên terorê" û bang li Tirkiyê kir ku cudahiyê bixe navbera PKK û civaka Kurd.

31.12.2022, Cts - 07:26

'Divê Tirkiye cudahiyê bixe navbera PKK û civaka Kurd'
Nuçe Belav bike

Wezarete Derve ya Fransayê derbarê peywendiya telefoniya ya di navbera Catherine Colonna û Wezîrê Derve yê Tirkiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de Colonna bi bîr xist ku 'PKK di lîsteya terorê ya YEyê de ye' û diyar kir ku divê di navbera tevgerên Kurd ên ku bi tundiyê re ne têkildar in û PKKê de cudahî bê kirin.

Di daxuyaniya fermî ya li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê de hat ragihandin ku Wezîra Fransî herwiha tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê kiriye.

Di 23ê Berfenbarê de di êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de 3 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezîra Fransî ev êrîş weke "kirêt" bi nav kir û ji Çavuşoglu re piştrast kir ku ji bo ewlekariya nûnertiyên Tirkiyeyê yên li Fransayê û cihên ku civaka Kurd lê dijîn tedbîrên zêde hatine girtin.

Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de çalakiyên li Fransayê yên piştî êrîşê şermezar kiriye û rexne li kişandina wêneyên siyasetmedarên Fransî di bin alayên PKKê de girtibûn kiriye.

Çi bûbû?

Roja Înê 23ê Berfenbara 2022an li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir.

Di encama êrişê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdullrehman Kizil canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x