Dîwana Dadê ya Ewropayê derbarê PKKê de biryara xwe da

Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) di doza ku bi daxwaza derxistina PKKê ji “lîsteya terorê” ya Yekîtiya Ewropayê hatibû vekirin, biryara neyênî da û daxwaz red kir.

15.12.2022, Per - 07:18

Dîwana Dadê ya Ewropayê derbarê PKKê de biryara xwe da
Nuçe Belav bike

Dadgeha Giştî ya Yekîtiya Ewropayê ya girêdayî Dîwana Dadê ya YEyê ku navenda wê li Luksemburgê ye, biryara xwe ya têkildarî serlêdana PKKê ku li dijî lîsteya 'rêxistinên terorê' ya piştî sala 2020 kiribû, eşkere kir.

Di biryarê de tê gotin ku “îdiayên têkildarî berpirsyariya nîşandana hincetê, mafê parastinê û binpêkirina mafê parastina dadgerî ya bi bandor heta astekê mafdar jî be, nikare rê li ber hilweşandina dozê vekin."

Di biryarê de hat îfadekirin ku çalakiyên PKKê dê çarçoveya "mafê xwe bi xwe tayinkirina çarenûsa gelê Kurd" de neyê hesibandin.

Ligel vê Dîwana Daddê ya Yekîtiya Ewropayê doza ku PKKê li dijî Konseya Yekîtiya Ewropyaê vekiribû bi esasî red kir.

Dadgehê herwiha biryar da ku herdu alî lêçûnên dadgehê bidin.

Dîwana Dadê biryara xwe ya têkildarî doza derxistina PKK'ê ji lîsteyên “rêxistinên terorîst” ên navbera salên 2014 û 2020 jî di 30ê Mijdarê de eşkere kiribû.

PKK sala 2002 xistibûn nava “lîsteya terorê”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x