Fransa dê Kurdekî din radestî Tirkiyeyê bike

Penaberê Kurd Serhat Gultekînê ku li Tirkiyeyê 15 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn li Fransayê hat girtin û dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin.

12.04.2024, Cum - 17:51

Fransa dê Kurdekî din radestî Tirkiyeyê bike
Nuçe Belav bike

Li Fransayê demên dawiyê zextên li ser Kurdên ku ji Tirkiyeyê reviyane zêdetir bûne.

Fransayê meha sibatê Firaz Korkmaz û sê roj berê jî Mehmet Kopal radestî Tirkiyeyê kir.

Her duyan jî ji ber xebatên siyasî ceza wergirtibû û wekî penaberên siyasî çûbûn Fransayê.

Doh jî çalakvanê Kurd Serhat Gultekînê ku li Tirkiyeyê 15 sal ceza lê hatiye birîn li Fransayê hat girtin û rayedaran ew şand navenda vegerandinê.

Gultekîn dê li ser daxwaza Tirkiyeyê bê radestkirin.

“Dê bi salan rûbirûyî şkenceyê bibe”

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Fransayê çalakvanê Kurd Serhat Gultekîn îro şand navendeke desteserkirinê.

Metirsiya heye ku wî radestî Tirkiyeyê bikin û bi salan rûbirûyî şkence û cezayê girtîgehê bibe.

Fransa piştî radestkirina Mehmet Kopal bi 3 rojan dixwaze kesekî din bike qurbanî.”

Serhat Gultekînê 27 salî sala borî ji Fransayê daxwaza mafê penabertiyê kiribû.

Destpêkê serlêdana wî hatibû redkirin lê careke din serlêdan kiribû û Parêzgariya Val de Marneyê 27ê Çiriya Paşîna 2023yan belgeya penaberiyê dabûyê.

Parêzgariya Val de Marneyê 27ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi hinceta ku serî li mafê niştecîbûnê nedaye jê xwest ku ji Fransayê derkeve.

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê jî Sibata 2024an bi armanca rêlibergirtina radestkirina Serhat Gultekîn kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin.

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê da zanîn ku ev biryar li dijî yasaya koç û penaberiyê ye û binpêkirina mafê penahxwaziyê ye.

Konseyê amaje pê kir, eger heye Gultekîn li Tirkiyeyê rûbirûyî şkence û miameleya xirab bibe.

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê diyar kir ku li gorî Xala Sêyemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku şkence û miameleya xirab qedexe dike, nabe ku Gultekîn bê radestkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x