Fransa: Em Rojava wek dewleta serbixwe nas dikin

Wezîrê Dadê yê Fransayê Nicole Belloubet di daxuyaniyeke xwe ya derbarê darizandina hemwelatiyên fransî yên DAIŞî ku ketine destê YPGê de got, ew wek dewleteke serbixwe pênaseyê li rêveberiya Rojava a kurdên Sûriyê dikin.

09.01.2018, Sal - 18:54

Fransa: Em Rojava wek dewleta serbixwe nas dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Dadê yê Fransayê Belloubet ji radyoya RMC ya fransî re axivî û diyar kir, ger girtiyên DAIŞê yên hemwelatiyên Fransayê ku ketine destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û YPGê di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin û mafê wan ê parêzeran hebe, ew dê dadgehên Rojava nas bikin.

Belloubet herwiha bal kişand ser ku ew rêveberiya Rojava a di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî wek dewleteke serbixwe nas dikin.

Hefteya borî jî wezîrê dadê li ser girtina jina DAIŞî ya hemwelatiya Fransayê ragihandibû ku ew naxwazin Emilie Konig vegere Fransayê.

Herwiha Berdevkê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Benjamin Giveaux jî li ser darizandina hemwelatiyên fransî yên milîtanên DAIŞê dabû xuyakirin ku rêveberiya Rojava dikare wan dadgeh bike û peyva Kurdistana Sûriyê bilêv kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x