Li Brukselê di navbera çavdêrên sindoqan ên YSPê û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketin

Bo gera dûyem a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê ku dê li navxweyî Tirkiyê 28ê Gulanê bê kirin, li derveyî Tirkiye ev çar rojin dengdanê denspêkiriye.

24.05.2023, Çar - 07:41

Li Brukselê di navbera çavdêrên sindoqan ên YSPê û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketin
Nuçe Belav bike

Li Bruksela paytexta Belçîkayê di dema dengdanê de di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk (YSP) û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketiye û li hev dane, di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Li gor agahiyan, roja Sêşemê 23ê Gulanê bi dema Ewropayê di demjimêr 21:00an de li devera Expo ya Brukselê, li ser sindoqên dengdanê yên gera dûyem a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê, di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk YSPê û çavdêrên Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketine.

Hatiye ragihandin, her du aliyên ku rageşî di navbera wan de çêbûye, li hev dane û di encamê de 2 dengder birîndar bûne.

Tê gotin, li ser wê yekê polîs hatine cihê bûyerê, her dû grup ji hev cuda kirine, birîndar veguhestine nexweşxaneyê û ketina avahiya ku dengdan lê dihat kirin jî rawestandine.

Dengdana gera dûyem a serokkomariya Tirkiyê, ku roja Yekşemê 28ê Gulanê li nav Tirkiyê tê kirin, roja Şemiyê 20ê Gulanê dengdana li derveyî wî welatî destpê kir û îro 24ê Gulanê bidawî dibe.

Lê li deriyên sînor û firokexaneyan heta demjimêr 17:00ê roja Yekşemê 28ê Gulanê dengdan berdewam dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x