Mesrûr Barzanî pêşhatên li Kurdistanê ligel Şah û Şahjina Belcîkayê gotûbêj dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aboriyê ya Davosê de, beşdarî civîneke taybet a bi navê (Bihêzkirina Pîşesaziya Ewropayê) bû ku ji aliyê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander Dicrou ve hatibû organîzekirin.

18.01.2023, Çar - 10:35

Mesrûr Barzanî pêşhatên li Kurdistanê ligel Şah û Şahjina Belcîkayê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Di vê civîna taybet de ku Şahê Belcîka Philippe, Şahjin Matilda û çend berpirsên payebilind ên Belcîka û Ewropî beşdar bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Şah û Şahjina Belcîka û berpirsên din ên beşdar di vê civîna taybet de, behsa guhertin û pêşhatên Iraq û Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem kirin, bii taybetî di warê geşepêdana veberhênanê de û giringîpêdan bi sektora çandiniyê û hinartina berhemên navxweyî yên Kurdistanê bo bazarên Ewropayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:46:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x