Modela Brezîlyayî ya ku di nav Hêza Pêşmerge de bû li Ukraynayê canê xwe ji dest da

Model û leşkera Hêzên Ukraynayê Talita Rodrigo, ji ber êrîşên Rûsyayê li Xarkivê canê xwe ji dest da. Talita Rodrigo 39 salî bû û berî niha di nav Hêza Pêşmerge de li dijî DAIŞê şer kiribû.

07.07.2022, Per - 05:49

Modela Brezîlyayî ya ku di nav Hêza Pêşmerge de bû li Ukraynayê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Modeleke Brezîlyayî ya ku ji bo şer çûbû Ukraynayê di dawiya meha borî de li Xarkivê canê xwe ji dest daye. Modela Brezîlyayî berî 3 salan di nav Hêza Pêşmerge de li dijî DAIŞê şer kiriye.

Talita Rodrigo di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de li Xarkivê di 30ê Hezîrana 2022an de, bi leşkerê berê yê Artêşa Brezîlyayê Douglas Burrigoi re canê xwe ji dest da.

Talita Rodrigo dema ku li Herêma Kurdistanê di nav Hêza Pêşmerge de bû, weke segman perwerde dîtiye û li Ukraynayê jî wek segman erka xwe aniye cih. Birayê wê, Theo Rodrigo, got, “Talita tevahiya jiyana xwe ji bo alîkariya mirovan terxan kir.”

Talita Rodrigo berî xwendina beşa qanûnê, model û lîstikvan bû ku bi rêxistinên xêrxwazî yên ji bo rizgarkirina ajelan re xebitiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x