Munîh: Nêçîrvan Barzanî bi gelek kesayetan re hevdîtinên girîng kirin

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de xelas bûn.

19.02.2024, Pts - 06:00

Munîh: Nêçîrvan Barzanî bi gelek kesayetan re hevdîtinên girîng kirin
Nuçe Belav bike

Bernameya Nêçîrvan Barzanî ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku 16ê Sibatê dest pê kiribû îro temam bû.

Nêçîrvan Barzanî di maweyê van her sê rojan de bi gelek kesayetên girîng re hevdîtinên girîng kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku bernameya têr û tijî ya Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro qediyaye.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê bi gelek rayedarên payebilind ên cîhanê re mijarên wekî “rewşa ewlehî û siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê” û “rewşa li Rojhilata Navîn” nirxandine.

Herwiha babetên wekî “enerjî, ewlehiya enerjiyê û guherîna avhewayê” hinek ji wan babetan ku di hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bûne mijar.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 16,17 û 18ê Sibatê ev hevdîtin kirin:

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.

Hevdîtinên Roja Sêyem

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de îro bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner, Alîkara Wezîrê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî yê Pentagonê Celeste A. Wallanderê, Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas û şêwirmendên Serokkomarê Fransayê Anne-Claire Legendre û Emmanuel Bonnere re hevdîtin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x