NATO 1000 konteyneran dişîne herêmên erdhejê

NATOyê ragihand ku dê 1000 konteyneran bişîne herêmên erdheja Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

15.02.2023, Çar - 07:13

NATO 1000 konteyneran dişîne herêmên erdhejê
Nuçe Belav bike

Fermandariya Hêza Hevbeş a Napoli ya NATOyê ragihand ku “Ji bo şandina herî kêm 1000 konteyneran bo Tirkiyê ku dê mexdûrên erdhejê di wan de bimînin amadekariyan demeke destpê kirine.”

Li gor medyaya Tirkiyê, ji bo veguhestin û avakirina “cihê nîv niştecîbûnê” tîmeke NATOyê ya 6 kesî li qadê lêkolîn kirine û piştre ji bo veguhestinê konteynerên di depoya NATOyê ya li Îtalyayê de hatin derxistin.

Veguhestina yekem beşa konteyneran dê hefteya bê destpê bike. Li cihê niştecîbûnê ku ji aliyê NATOyê ve bê avakirin, dê herî kêm 2 hezar kes bikaribin lê bimînin.

NATOyê pêştir ragihandibû ku ji bo şandina cihê niştecîbûnê bijardeyên herî guncav ên veguhestinê tên nirxandin û piştî cihê niştecîbûnê bê avakirin, çadirên zivistanî ku dê welatên endamên NATOyê bişînin li derdora wê bên bicîhkirin.

Cihê niştecîbûnê ku dê NATO bişîne pêştir di manora û operasyonên NATOyê de hatine bikaranîn û di nav de sîstema germkirinê, jenerator û nexweşxane hene.

Li gor amarên dawî ku roja 14ê Sibata 2023an Serokkomarê Tirkiyê ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:45:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x