Rishi Sunak: Divê Îran êdî çekan neşîne ji Rûsyayê re

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak ragihand ku divê Îran şandina çekan ji Rûsyayê re li Neteweyên Yekbûyî rawestîne.

20.12.2022, Sal - 06:39

Rishi Sunak: Divê Îran êdî çekan neşîne ji Rûsyayê re
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak ragihand ku ewê doza alîkariya leşkerî ya Îranê bigihînin Neteweyên Yekbûyî û rê li hinartina balafirên bêpîlot û çekên Îranê bo Rûsyayê bigirin.

Sunak di civîna sêyemîn de got: "Daxwaza Rûsyayê ya yekalî ya agirbestê xelet e û armanca wê ew e ku hêzên xwe ji nû ve birêxistin bike.Divê em piştrast bin ku em zêdetir alîkariyên leşkerî ji Ukraynayê re bişînin da ku hewcedariyên wê di şerê li dijî Rûsyayê de peyda bike, ango bêtir pergalên berevaniya mûşekî û bêtir çek û wesayîtên leşkerî."

Di berdewamiyê jî de Sunak dibêje: “Alîkariya me ya ji bo Ukraynayê îsal û sala bê derketiye 2,8 milyar dolarî. Daxwaza Rûsyayê ya yekalî ya agirbestê xelet e û armanca Rûsyayê ji nû ve birêxistinkirin û komkirina hêzên xwe ye.

Herwiha Sunak got: "Divê em çavê xwe li kêmkirina şiyanên leşkerî yên Rûsyayê bidin û rê li ber seferberiya Rûsyayê bigirin û nehêlin alîkariyên navdewletî bigihin Rûsyayê, nemaze ez li ser çekên ku Îran dide Rûsyayê difikirim.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:54:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x