Îrlanda: Divê Tirkiye meseleya Kurd bi diyalogê çareser bike

Cîgirê Serokwezîrê Îrlandayê Simon Coveney li parlamentoya welatê xwe di derbarê pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê û doza li dijî Demirtaş de axivî.

16.12.2017, Cts - 09:58

Îrlanda: Divê Tirkiye meseleya Kurd bi diyalogê çareser bike
Nuçe Belav bike

Coveney diyar kir ku tekane riya çareseriya mesela Kurd diyalog e û wiha axivî: “Beriya niha jî li ser doza Demirtaş û Figen Yuksekdag çend hewldanên me çêbûn. Me xwast dozên li dijî herdu hevserokan bişopînin, lêbelê em bi ser neketin. Tevî rewşa awarte jî divê li Tirkiyê hiqûq, azadiya ramanê û demokrasî serwer be. Girtina parlamenteran me nîgeran dike.”

Simon Coveney axaftina xwe wiha domand: “Di derbarê doza Demirtaş de jî em nîgeranin. Berî niha jî me gelek caran anî ziman ku divê ji bo herkesê darizandineke dadwer hebe. Balyozxaneya me ya li Enqerê wê dozên di derbarê hevserokên HDPê de bişopîne.” Wezîrê Îrlandî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Tirkiyê kêşeyên xwe bi riya diyalogê çareser bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 951 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:33:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x