Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim, ji aliyê dadgeha Pragê ve hate berdan.
Di dema rûniştina doza Salih Mûslim de polîsên çek li pêş avahiya dadgehê tedbîrên tund wergirtin û nehiştin karmendên çapemeniyê bikevin hola dadgehê.
Piştî rûniştina ku 8 xulekan ajot, parêzerê Mûslim ragihand, ku dadgehê biryara berdanê daye.
Salih Mûslim roja yekşemê li Pragê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Biryar bû duh Mûslim derbikeve pêşiya dadger lê rûniştina wî hatibû paşxistin.
Tirkiye derbarê Salih Mûslim de bûltena sor derxistiye û ji bo radestkirina wî jî dosye şandibûne Çekyayê û daxwaz kiribû, ku heta 40 rojan were binçavkirin.
Duh hatibû îdîakirin, ku Çekya li hember radestkirina Salih Mûslim daxwaza 2 hemwelatiyên xwe yên endamên YPGê dike, ku li Tirkiyê hatine girtin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul ragihand, ku ji bo radestkirina hevserokê berê yê PYDê Salih Mûslim di navbera wan û Çekyayê de mijareke weke berdêlkirinê nîne.