Serokên 3 welatên Ewrupa geheştin Kîevê

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokomarê Îtalya Mario Draghi gehîştin paytexta Ukrayna Kievê.

16.06.2022, Per - 11:34

Serokên 3 welatên Ewrupa geheştin Kîevê
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ya Almanya DPA, Serokê hersê walatan yên ku gihîştin Kîevê, wê li wê derê bi Serokdewletê Ukrayna Vladîmîr Zelenskîy re hevdîtinê pêk bînin.

Serokwezîrê Almanya di daxuyaniya xwe ya trenê de diyar kir, serokên 3 walatên mezin ku di Saziya Civata Aborî ya Ewrupa de cîh digrin, çûyîna wan ya Kîevê di vî qonaxa taybet a şer de li ser esasê piştgiriya ji bo Ukrayna û herwaha gelê Uraynayê yê û diyar kir ku ev ji bo wan pir girînge.

Serokwezîr Scholz herwaha diyar kir ew tenê ji bo ragehandina em li gel we ne nîşan bidin, heman demê de ew dixwazin alîkariyên darayî, mirovî û alîkariyên çek dê berdewambûna wê jî nîşan bidin. Herwaha diyar kir, ew cezayên li dijî Rûsyayê berdewambûna wê jî gelek giring e û ew ceza ji bo ku tiştên Rûsya dixwaze bike, dest jê berde û leşkerên xwe ji Ukraynayê bikşîne jî giring in.

Ji roja şerê Ukrayna û Rûsya destpêkirî heta naha gelek serokên rojavayî serdana Ukraynayê kirine, lê heta naha Scholz serdana Ukraynayê nekiribû û ew yek jî bibû cîhê rexneyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:19:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x