Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê: Me nêzîkî 200 hezar leşkerên Rûsyayê kuştin

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê Yuriy Sak ji Rûdawê re ragihand ku Rûsyayê şikestineke mezin xwariye û got, “Me nêzîkî 200 hezar leşkerên Rûsyayê kuştin.”

06.05.2023, Cts - 11:36

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê: Me nêzîkî 200 hezar leşkerên Rûsyayê kuştin
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê Yuriy Sak roja Înê 5ê Gulana 2023an beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa dawî ya şerê wan ê bi Rûsyayê re axivî.

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê Yuriy Sak diyar kir ku ew amade ne ku êrîşî herêmên di bin kontrola Rûsyayê de bikin û destnîşan kir ku armanca wan misogerkirina serweriya Ukraynayê ye.

Şêwirmendê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Yuriy Sak got, “Em dizanin ku artêşa Rûsyayê di şerê bi Ukraynayê re şikestineke mezin xwariye. Rûsya nizane têkçûna xwe çawa ji gelê xwe re ragihîne ji ber ku ev yek şermezarî ye ji Kremlînê re.”

“Kremlinê ji bo gelê Rûsyayê dojeh çêkir”

Sak anî ziman, “Gelek dijminên Rûsyayê hene û Kremlînê ji bo gelê Rûsyayê dojeh çêkir” û diyar kir dibe ku êrîşa bi dronê ya li ser Koşka Kremlînê ji aliyê îstîxbarata Rûsyayê ve hatibe kirin da ku şerê bi Ukraynayê re rewa bike.

Yuriy Sak anî ziman ku şerê herî dijwar li Baxmutê hatiye kirin û got, “Rojavayê bajêr û rêyên sereke hîn jî di destê artêşa Ukraynayê de ne.”

Yuriy Sak kompanyaya ewlekariyê ya Rûsyayê, Wagner weke "terorîst" bi nav kir û got, “Wagner niha li Baxmutê şer dike lê heta ku ew bimînin dê leşkerên wan zêdetir bên kuştin. Ji meha Îlonê û vir ve hezar û 500 leşkerên wan hatine kuştin.”

Yuriy Sak ê ku îdia kir ku Wagner xelkê sivîl gulebaran dike û serê leşkerên Ukraynayê jê dike û ji ber ku Ukrayna hîn niha nikare bikeve herêmê, nikare van tawanan îspat bike.

Sak diyar kir ku hêzên wan ji bo êrîşan xwedî alavên pêwîst in û teqez dê li dij êrîşan bikin.

“Ukrayna dixwaze firokeyên şer di dest de hebin”

Yuriy Sak got, “Hevpeymanên Ukraynayê yên wekî Almanya û Denmarkê piştgiriya me dikin û cebilxane û çekan ji me re dişînin.” û diyar kir ji bo Ukrayna bikaribe baştir li armancên Rûsyayê bide dixwaze xwedî firokeyên şer û mûşekên dûravêj be.

“Leşkerên Rûs yan dê ji welêt derkevin yan jî dê bên kuştin”

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê diyar kir, “Leşkerên Rûs yan dê ji welêt derkevin yan jî dê bên kuştin” û divê rayedarên payebilind ên Rûsyayê bên darizandin.

“Nêzîkî 200 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin”

Yuriy Sak li ser hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane got, “Li gorî amarên Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, nêzîkî 200 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û leşkerên me jî mirine lê hejmara miriyên ji leşkerên Rûsyayê gelekî kêmtir in, ji ber ku em leşkerên xwe bi awayekî rasterast naşînin eniya şer wek ku Rûsya dike û em leşkerên xwe bi aqilane bikar tînin.”

Sak da zanîn ku ji ber şer 13 mîlyon Ukraynayî koçber bûne û destnîşan kir ku 5 milyon kes li navxweyî Ukraynayê û 8 mîlyon kes jî neçar mane welatê xwe biterikînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x