Sizayên neftê yên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Rûsyayê ketin meriyetê

Ambargoya Yekîtiya Ewropayê ya li ser hawirdekirina nefta xam a ji Rûsyayê ya bi rêya keştiyan û biryara bihaya herî zêde ya ji bo nefta Rûsyayê ya bi rêya deryayan îro kete meriyetê.

05.12.2022, Pts - 12:27

Sizayên neftê yên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Rûsyayê ketin meriyetê
Nuçe Belav bike

Biryara rawestandina hawirdekirina nefta xam û berhemên petrolê yên Rûsyayê ku serokên welatên Yekîtiya Ewropayê di meha Hezîranê de li ser li hev kiribûn, ji îro pê ve kete merîyetê. Nefta ku bi rêya deryayê tê hawirdekirin ji sê paran duyê hawirdekirina nefta Rûsyayê pêk tîne.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Yekîtiya Ewropayê dane, bi ambargoyê re dê rê li ber hawirdekirina bi qasî 3 mîlyon bermîl nefta xam bê girtin. Ji bo Rûsyayê, ev tê wateya rojane 210 mîlyon dolar ji dest dayîna dahatê.

Welatên Yekîtiya Ewropayê piştî ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê dest bi şer kir, rêziknameya sizayên ambargoya hawirdekirina neftê qebûl kiribûn. Bi dawîbûna dema ku di rêziknameyê de hatibû destnîşankirin, welatên Yekîtiya Ewropayê dê ji îro pê ve tenê di rewşên "awarte" de neftê ji Rûsyayê bikirin. Li gorî rewşên awarteyên welatên sînorên wan bi deryayan re nînin û bi rêya boriyan dikirin, ev welat dê berdewam neftê bi rêya boriya Druzhba werbigirin ku neftê ji Rûsyayê digihîne Ewropayê lê dê nikaribin nefta ku dikirin bifroşin welatên endam an jî welatên sêyemîn.

Kîjan welat dê ji xalên awarte sûd werbigirin?

Almanyaya ku bi rêya boriyan petrolê ji Rûsyayê dikire, tê çaverêkirin ku heta dawiya salê hawirdekirina neftê ji Rûsyayê bi temamî rawestîne. Heta dawiya sala 2022an, Almanya dê ji xala awarte ya ku ji bo welatên ku ji ber cihê xwe yê erdnîgarî girêdayî nefta Rûsyayê ne û nikaribin bi lez kêmiya enerjiyê biguherînin, sûd werbigire.

Hungarya, Çekya û Slovakya jî dixwazin bê sînor ji xala awarte sûdê werbigirin. Bulgaristana ku parzûngehên wê tenê ji bo hilberîna nefta xav a Rûsyayê hatine çêkirin dê heta dawiya sala 2024an bikare nefta xav û berhemên neftê bi rêya deryayê ji Rûsyayê bikire.

Yekîtiya Ewropayê dê ji 5ê Sibatê pê ve anîna berhemên petrolê yên ji Rûsyayê bi dawî bike.

Li aliyê din biryara danîna biryara bihaya herî zêde li ser nefta Rûsyayê ku dawiya hefteyê ji aliyê YE, welatên G7 û Awustralya ve hatibû qebûlkirin, dê ji îro pê ve derbas bibe. Li gorî vê, nirxê her bermîla neftê ya Rûsyayê ku bi rêya deryayê tê veguhestin ji 60 dolaran derbas nebe. Bihayê navborî bi qasî 9 euro di bin nirxa niha ya bazarê ya bermîla petrola Rûsyayê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x