Wezareta Derve ya Almanyayê bo Tirkiyê: Rêzê li hiqûqa navnetewî bigirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Christopher Burger bang li Tirkiyeyê kir ku di êrîşên esmanî yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de li gorî pîvanan tevbigere û rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire.

22.11.2022, Sal - 07:57

Wezareta Derve ya Almanyayê bo Tirkiyê: Rêzê li hiqûqa navnetewî bigirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Christopher Burger li Berlînê di civîna çapemeniyê ya diyar kir ku wan nûçeyên ku Tirkiyê li gelek deverên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên esmanî û topbaranên dijwar pêk anîne dîtine.

Christopher Burger got “Dibe ku tê bîra we ku piştî êrîşa terorîstî ya hovane ya li Stenbolê, hikûmeta Almanyayê bi eşkere piştevaniya xwe ji Tirkiyê re ragihand. Her wiha em îşaretên niha yên li ser berpirsyariya PKKê û komên girêdayî wê yên li Tirkiyeyê gelekî cidî dibînin."

Burger bang li Tirkiyê kir û dibêje “Tirkiye diyar dike ku di çalakiyên xwe de mafê xwe yê xweparastinê bi kar tîne. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku di vê çarçoveyê de li gorî pîvanan tevbigere û rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire. Bi taybetî parastina sivîlan di her demê de li xwe digre. Û ji qurbaniyên sivîl ên ku piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê hatine ragihandin, pir nîgeranin.”

Burger her wiha bang li "Tirkiye û aliyên din" kir ku xwe ji kiryarên ku rewşa aloz aloztir dikin dûr bixin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x