Wezîrê Berevaniyê yê Fînlandê serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê eşkere kir ku roja Pêncşemê 8ê Kanûna 2022an Wezîrê Berevaniyê yê Fînlandê Antti Kaikkonen serdana Enqerê dike û mijara sereke jî endamtîya Fînlandê di NATO de û daxwazên Tirkiyê ji wî welatî ye.

06.12.2022, Sal - 15:09

Wezîrê Berevaniyê yê Fînlandê serdana Tirkiyê dike
Nuçe Belav bike

Hulusi Akar ragihand ku di civînê de ligel mijarên berevanî û emnî, proseya endamtiya Finlandê ya NATOyê jî tê gotûbêjkirin.

Akar behsa wê yekê kir ku ti pirsgirêkeke Tirkiyê derbarê siyaseta deriyê vekirî yê NATOyê de nîne, lê divê rêz li hestyariyên Enqerê bê girtin.

Akar da zanîn ku NATO rêxistineke emnî ye û got: “Yek ji xebata herî mezin a NATOyê xebata dijî terorîzmê ye. Teror pirsgirêkeke mezin e bo hemû welatan. Tirkiye take welat e ku rûbirûyê zêdeyî yek rêxistina terorîst dibe. Divê ev yek bê zanîn.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ew yek bibîr xist ku meha Hezîrana îsal di Lûtkeya Madrîdê de yadaştnameyeke sêalî hat îmzekirin bo endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê û got: “Yadaştname vekirî ye. Hinek soz hene ku Swêd û Finlandê îmze kirine. Em pêwîst dibînin sozên xwe cîbicîh bikin. Em berê xwe didin vê yekê ku yadaştname ne ya dawî ye û destpêkeke. Piştî dîtina van pêngavan Parlamentoya Tirkiyê biryara xwe dide. Em jî hewl didin hevkariya Swêd û Finlandê bikin.”

Roja 28ê Hezîrana 2022an, civîna çaralî ya navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Finlandê Sauli Niinist, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Madrida paytexta Îspanyayê civiyan. Di wê civînê de Tirkiye wek destpêk razî bû ku Swêd û Finland bibin endamê NATOyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x