Wezîrê Derve yê Kuweytê: Ez şerefmend bûm bi civîna li gel Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munichê li gel, Wezîrê Derve yê Kuweytê Salim Ebdula El-Cabir El-Sebah civiya. El-Sebah derbarê civînê de got: “Ez şerefmend bûm bi civîna li gel Nêçîrvan Barzanî.”

18.02.2023, Cts - 13:22

Wezîrê Derve yê Kuweytê: Ez şerefmend bûm bi civîna li gel Nêçîrvan Barzanî
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 18ê Sibata 2023yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi ligel Wezîrê Derve yê Kuweytê Salm Ebdulla Elcabir re civiya.

Di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser pêşxistinia peywendiyên Kuweytê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Herdu alî hev nerîn bûn, li ser giriniya bi hev re karkirin û lihevtêgihêştina welatên navçeyê, bo parastina aramî û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan.

Ji aliyê din rewşa siyasî, aborî û emnî ya Iraqê hate gorûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Kuweytê piştevaniya welatê xwe bo Iraqê û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pişrgirêkên di navbera wan de û dabînkirina aramî û jiyaneke xweş ji bo Iraqiyan tekez kir.

Peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, pêşhatên Sûriyê û navçeyê bi giştî mijareke din a civînê bûn.

El-Sebah: Peywendiyên me li gel Herêma Kurdistanê dîrokî ye

Li ser pirsa Rûdawê ya “civîna we ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çawa bû?” El-Sebah got? “Ez şerefmend bûn bi vê civîna li gel Serok Barzanî û gotûbêjeke gelek baş bû. Têkiliyên di navbera kwêt û Kurdistanê de bihêz û dîrokî en. Em şerefmend bûn bi vê serdanê, careke din tekez dikim gotûbêjeke gelek baş û pozetîv bû, ez bi vê hevdîtinê dilxweş bûm.

Li ser pirsa Kuweytê û serkirdayetiya Kurd peywendiyeke xwe ya dûr û dirêj heye, lê çima ev têkilî raweste û pêş nekeve? Jî El-Sebah wiha got: “Me û Serok Barzanî biryar da ku kar bikin bo pêşvebirina wan têkiliyan, em dê bêhitr kar bikin ku piştrast bini ev peywendî dê pêş bikevin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x