Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê, li ser 'êrişa Îranê' axivî

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg got, “Êrişa Îranê ya li Hewlêrê nayê qebûlkirin.”

17.02.2024, Cts - 09:05

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê, li ser 'êrişa Îranê' axivî
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg îro li Munîhê hevdîtinek kiribû.

Alexander Schallenberg piştî vê hevdîtinê pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin.

Îranê 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Pêşrew Dizeyî, mêvanê wî Kerem Mîxayîl, keça wî Jînaya ku hîn salek nekiribû û xizmetkara mala wî Mîşel hatibûn kuştin.

Îranê angaşt kiribû ku wan di vê êrişê de Mossad kiriye hedef û hewl dabû bi rêya wêne û dîmenên sexte yên Pêşrew Dizeyî van angaştên xwe bi cîhanê bide qebûlkirin.

Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê sextebûna wan wêne û vîdeoyan derxistibû holê medyaya Îranê mecbûr mabû wan rake.

“Bûye sedema mirina sivîlan”

Alexander Schallenberg li ser vê êrişa Îranê got, “Bûye sedema mirina sivîlan û nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê behsa ziyareta xwe ya Bexda û Hewlêrê kir û bi bîr anî ku şandeyeke mezin a aboriyê pê re bûye û got:

“Şirket gelekî dixwazin vebehênanê bikin li Îraqê. Ew tenê dixwazin bazirganiyê bikin.

Pêwendiyên me yên gelekî xurt ên dîplomasiyê hene.”

“Êrişa Îranê nayê qebûlkirin”

Alexander Schallenberg da zanîn ku wî û Barzanî behsa êrişa Îranê ya li Hewlêrê kiriye û pê de çû:

“Me behsa wê êrişa mûşekî ya Îranê kir ku ji ber wê sivîl mirin û nayê qebûlkirin.

“Ku li Îraqê erdhejek çêbibe em dê li Awisturyayê bihejin”

Îraq ji bo me girîng e. Çima? Çimkî ku li Îraqê erdhejek çêbibe em dê li Awisturyayê bihejin.

Ewlehî û aramiya Îraqê ji bo ewlehî û aramiya me girîng e.”

“Viyena ji bo xelkê Kurdistanê bûye dergehê Ewropayê”

Schallenberg, li ser pirsa “Gelo bernameya we heye ku hûn li Hewlêrê konsulxaneyekê yan ofîseke dîplomasiyê vekin?” got:

“Hewla min a ewil ew bû ku em li Bexdayê Balyozxaneya Awisturyayê vekin.

Li gorî min, bi Hewlêrê re pêwendiyên me yên gelekî nêzîk hene.

Geşta ewil a esmanî ya rasterast a Hewlêr û Viyenayê hat kirin.

Viyena demeke dirêj e ji bo xelkê Kurdistanê bûye dergehê Ewropayê.

Ez wekî Wezîrê Karên Derve dixwazim ku konsulxaneya me li Hewlêrê hebe lê pêwendiya mijarê bi budce û hêzê re heye.”

Schallenberg bi bîr anî ku welatê wan ne endamê NATOyê ye, ew bêalî ne lê heke neheqiyek hebe ew dê bêdeng nemînin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x