Xwepêşandanên Fransayê: Qedexeya derketina derve hat ragihandin!

Piştî ku xortekî 17 salî li bajarê Nanterre ê Fransayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Nanterre û her wiha li bajarên din ên wek Parîs, Lyon, Toulouse û Lille wek nerazîbûn xwepêşandan hatin kirin. Di xwepêşandanan de herî kêm 150 kes hatin desteserkirin, ji ber xwepêşandanan li bajarê Clamartê heta 3ê Tîrmehê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

30.06.2023, Cum - 06:35

Xwepêşandanên Fransayê: Qedexeya derketina derve hat ragihandin!
Nuçe Belav bike

Xwepêşandanên li Parîsa paytexta Fransa roja Sêşemê piştî ku xortekî 17 salî ji aliyê polîsê çûnûhatinê ve hat kuştin dest pê kiribûn hat kuştin, îro jî berdewam dikin.

Di navbera polîs û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketin û herî kêm 150 kes hatin desteserkirin.

Li aliyê din li bajarê Clamartê ji ber xwepêşandanan heta 3ê Tîrmehê bi şev qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:54:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x