Li Bruksel a paytexta siyasî ya Yekîtiya Ewropayê, 27 welatên endamên yekîtiyê biryar dan ku statuya "welatê namzed" bidin Ukrayna û Moldovayê.
Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel li ser twitterê di daxuyaniya xwe ya bi zimanê Ukraynayî û Romanî de ev biryar wek biryareke “dîrokî” bi nav kir.
Charles Michel got, “Biryara îro ji bo Yekîtiya Ewropayê gaveke gelekî girîng e” û gelên Ukrayna û Moldovayê pîroz kir.
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî pîrozbahî li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û Serokkomara Moldovayê Maia Sandu kir û got, “Welatên we parçeyek ji malbata Ewropayê ne. Biryarên dîrokî yên îro yên lîderan teyîdkirina vê yekê ye.”
Qebûlkirina berendamiya Ukraynayê piştî wê yekê hat, ku ji aliyê Komisyona Ewropayê û Parlamantoya Ewropayê wek piştevaniya bo Kyivê li dijî êrîşa Rûsyayê, piştgiriya xwe bo vê pêngavê nîşan dabûn.
Olaf Scholz, Şêwirmendê Almanyayê dibêje, “Em careke din hevsoziya xwe bo Ukraynayê pêşan didin, û biryareke girîng li ser pêgeha Ewropayîbûna Ukraynayê didin. Dê encama wê yekê bo Ewropa û Ukraynayê û hewl û xebatên wê hebin.”
Niha Ukrayna berbijêr e, lê hêj rêyeke dirêj li pêşiya wî welatî ye ji bo ku bibe endam.
Ji bo endambûna wê di Yekîtiya Ewropayê de, pêwîste Ukrayna rêzê li demokrasî û mafên mirov bigire, çaksaziya îdarî û aborî bike, û bi hemû binemayên Yektîya Ewropoayê pabend be.
Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte bi zelalî dibêje, piştî berbijêrbûnê divê Ukrayna çaverêyî wê yekê neke ku bi hest û soz bigihe endamtiya Yekîtiya Ewropayê.
Mark Rutte got, “Dilgiraniyek min bo wê yekê hebû, dibe awayeke lezbûnê di berbijêrkirina Ukraynayê de bê kirin. Li vir sîstem zêde girîng e. Ji ber sîstemek nîne li ser bingeha hest û soz. Dibe ku sîstemekî siyasî be. Divê bibêjim ku Komisyon gehiştiye encameke hevseng û zelal ku ew jî ev e hîna karekî zêde maye.”
Serokwezîrê Belcîkayê jî tekeziyê li wê yekê dike, ku divê Ukrayna di asta daxwaza Yekîtiya Ewropayê de reforman bike daku wek endam bê wergirtin.
Alexander De Croo diyar kir, “Xelkê Ukraynayê ji bo bihayên me şer dikin. Lewra em ji giringî û sembola vê pêngavê têdigihên. Lê ji aliyekî din ve divê em têbigihên ku ev prose dê demeke zêde dirêj bike, û pêwîstiya wê bi hejmareke zêde ya çakszaziyan heye.”
Li gor Rêxistina Zelalbûnê ya Navdewletî, berî şer, piştî Rûsya, Ukrayna duyem gendeltirîn welatê Parzemîna Ewropayê bû, di warê zelalbûnê de li ser asta cîhanê di pileya 122an de bû. Ew jî tê wê wateyê ku karekeî zêde li pêşiya Ukraynayê heye heta bibe endama Yekîtiya Ewropayê.