Amerîkayê dest danî ser 4 keştiyan ku petrola Îranê vediguhastin

Meha bihorî Dozgerê Federal ên Amerîkayê daxwaz ji berpirsên hikûmeta welatê xwe kiribû ku dest dane ser çar keştiyên ku petrola Îranê vediguhêzin Venezuelayê.

14.08.2020, Cum - 07:48

Amerîkayê dest danî ser 4 keştiyan ku petrola Îranê vediguhastin
Nuçe Belav bike

Amerîkayê dest danî ser 4 keştiyên tanker ên veguhastina petrolê û berpirsên amerîkî ragihandine, ku wan keştiyan dorpêçên Amerîkayê şikandine û ji Îranê sotemenî veguhastine Venezuelayê.

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî, di raportekê de ragihandiye, Amerîkayê dest daniye ser her çar keştiyên tanker ên bi navê Luna, Pandi, Bering û Bella û niha ew keştî bo bendera Houston li eyaleta Texasê tên veguhastin.

Meha bihorî Dozgerê Federal ên Amerîkayê daxwaz ji berpirsên hikûmeta welatê xwe kiribû ku dest dane ser çar keştiyên ku petrola Îranê vediguhêzin Venezuelayê.

Berpirsekî amerîkî bêyî ku navê wî were aşkerekirin, ji Wall Street Journal re gotiye, bêyî bikaranîna hêzên serbazî dest bi ser wan keştiyên veguhastina petrolê de hatiye girtin, lê belê amaje bi hûrgiliyan nekiriye.

Venezula û Îran ji aliyê Amerîkayê ve di bin dorpêçên tund de ne û sektora petrolê ya herdu welatan jî beşek ji wê dorpêçê ye. Bi sedema wan dorpêç û sizayên Amerîkayê, ji çend meh berî niha ve krîza sotemeniyê li Venezuelayê çê bûye û Îranê bi rêya tankeran benzîn ji wî welatî re dişand.

Her ji ber dorpêçên Amerîkayê, Îran jî di firotina petrola xwe de tûşî pirsgirêkê bûye û nikare petrola xwe bifiroşe û li gor hin raportên navdewletî hinardeya wî welatî ji 2 milyon û 500 hezar bermîlan di rojekê de daketiye bo 120 hezar bermîlan di rojekê de.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 723 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:47:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x