Anonymousê malpera Elî Xamineyî hack kir

Grûpa herî navdar a hackkirinê ya cîhanê ya bi navê Anonymous li dijî Hikûmeta Îranê “şer” ragihandiye û di heyama du rojên borî de çend malperên girîng ên hikûmetê jî hack kirine û ji kar xistine.

23.09.2022, Cum - 08:01

Anonymousê malpera Elî Xamineyî hack kir
Nuçe Belav bike

Grûpa herî navdar a hackkirinê ya cîhanê ya bi navê Anonymous tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wan malpera Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û serokatiya Komara Îslamî ya Îranê hack kirine û her wiha hezar kamerayên çavdêriyê yên Îranê jî ji kar xistine.

Raporên curbicur nîşan didin ku hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo naskirin û girtina xwepêşanderan dîmenên kamerayên çavdêriyê bi kar tînin.

Ji destpêka xwepêşandanan li Îranê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpêkiribû û 6 roj in bê navber berdewam dikin, Grûpa herî navdar a hackkirinê ya cîhanê ya bi navê Anonymous li dijî Hikûmeta Îranê “şer” ragihandiye û di heyama du rojên borî de çend malperên girîng ên hikûmetê jî hack kirine û ji kar xistine.

Di dema êrîşa ser malperên Hikûmeta Îranê de, hackerên Anonymousê malperên ragihandinê yên hikûmetê, portala hikûmeta nîştimanî ya zîrek, malpera Banka Navendî, pizîşkiya dadwerî, Wezareta Rewşenbîrî û malpera radyo û televîzyona Hikûmeta Îranê kirin armanc.

Beşek ji malperên ku ji aliyê Anonymousê ve hatin hackkirin piştî demekê vegeriyan rewşa normal û hinekên din jî wek malpera Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ya versîyonên Farsî û Îngilîzî heta niha jî berdest nînin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x