Civîna sê alî li Tehranê û dosyaya Sûriyê li ser masê ye

Operasyona leşkerî ya ku Enqere dixwaze li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk bîne û şerê li Ukraynayê ji mjarên sereke yên vê lûtkeyê ne

19.07.2022, Sal - 06:59

Civîna sê alî li Tehranê û dosyaya Sûriyê li ser masê ye
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê, lûtkeya Rûsiya, Tirkiye û Îranê li Tehranê tê lidarxistin û tê de çend dosye tên gotûbêjkirin, wek şerê li Ukraynayê û operasyona leşkerî ya ku Enqere dixwaze li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk bîne.

Tehranê pêştir derbarê vê lûtkeyê de piştrast kiribû ku serokên beşdar dê di civînê de çawaniya gihîştina lihevkirinên siyasî ji bo qeyranên navçeyê û mijara asayişa xwarekê gotûbêj bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokê Îranî Îbrahîm Raîsî dê beşdarî heftemîn lûtkeya sêalî ya pêvajoya Astanayê bibin û li ser geşedanên niha yên li Sûriyê gotûbêjan bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan got: Hevdîtinên serokên Îran, Rûsiye û Tirkiyê dê di civînê de girîngiyê bidin xurtkirina pêwendiyan, pêşxistina hevkariyên aborî û dabînkirina asayişa xwarekê.

Ebdullahiyan ragihand jî, Lûtkeya Astanayê dê bi giranî du mijarên “kêmkirina rageşiyê” li navçeyên nakok li Sûriyê û “rêvebirina kirîza ewlehiyê” ya di navbera Enqere û û Şamê de were gotûbêj bike.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Serokomariya Rûsyayê Dmitriy Peskov tekez kir, di serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bo Tehranê de, dê bi girîngî pêvajoya çareseriya Sûriyê were behskirin. Peskov tekez kir, “Ev lûtkeya sê alî, tekane formula navdewletî ye ku bi giranî beşdarî çareseriya Sûriyê di dema niha de dibe.

Di dema ku Rûsya şerê Ukraynayê dike, Tirkiye amadekariyan ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê li dijî herêmên di bin kontrola HSDê de bi taybet li Til Rifet û Minbicê pêk bîne.

Rûsya û Îran ku pêştir gotibûn, her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê, dê bibe sedema nearamiyê herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x