Elon Musk: Nêzî 100 amûrên Starlinkê li Îranê çalak in

Xwediyê kompanya SpaceX Elon Musk da xuyakirin ku nêzî 100 amûrên internerta Starlinkê li Îranê çalak in. Ew yek di demekê de ye ku ji ber xwepêşandanan, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xeta internetê hatiye sînordarkirin.

27.12.2022, Sal - 09:53

Elon Musk: Nêzî 100 amûrên Starlinkê li Îranê çalak in
Nuçe Belav bike

Xwediyê kompanya SpaceX di dema destpêkirina xwepêşandanên Îranê de gotibû ku dê kar bike ji bo dabînkirina hêla înternetê bo Îranê, lê berpirsên Îranê gelek asteng bo karê wan danîn.

Elon Musk roja Duşembê 26ê Kanûna 2022an di twittekê de eşkere kir ku nêzî 100 amûrên çalak ên Starlinkê nêzîkî Îranê dibin.

Starlink xwediyê zêdetir ji 2 hezar amûrên satelîtê yên biçûk e li esman ku bi dûriya 550 kîlometreyan li dora erdê dizivirin û ji bo 43 welatan internetê dabîn dikin.

Herwiha li ser erdê jî termînalên taybet bi Starlink hatine bicihkirin ku internetê ji Starlinkê werdigrin.

Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê, Elon Musk bi hezaran amûrîn satelîtê bo wî welatî şandin û navbangeke mezin bidest xist. Niha 20 hezar amûrên Starlinkê li Ukraynayê hene ku internetê bo wî welatî dabîn dikin.

Interneta Starlink bi riya dîşeke taybet tê wergirtin û û herweha kesên ku dibin hevbeş divê pere bidin , lê hin çalakvanên Îranî – Amerîkî ku li Kalîforniyayê dijîn kar dikin bo dabînkirina internetê bo Îranê , ji ber ku tirsa wan heye Îran bi temamî xeta internetê li welat qut bike.

Musk di meha Îlonê de soz da ku dê bi rêya satelîtên Starlînkê tora internetê bo Îranê dabîn bike. Ew jî piştî wêya ku hikûmeta Îranê ji ber berdewamiya xwepêşandanan, interneta gelek navçeyên welat sînordar kir û di hin rewşan de jî interneta hin cihan bi temamî qut kir daku derbarê xwepêşandanan de zanyarî negihin derveyî welat.

Piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizê ku di 13ê Îlona îsal de li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê ve ji ber pabendnebûna bi hicabê hatibû desteserkirin û paşê di 16ê Îlonê de li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn destpêkirin ku heta niha jî berdewam in.

Li gor Komeleya Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanan ve 469 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê canên xwe ji dest dane. Herwiha li gor Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 14 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x