Erdogan: Ji bo operasyona li Sûriyê em bi israr in

Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan îşev li Tehranê hat lidarxistin û egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê mijara herî sereke ya lûtkeyê bû.

20.07.2022, Çar - 05:26

Erdogan: Ji bo operasyona li Sûriyê em bi israr in
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di lûtkeya sê alî ya li Tehranê de ragihand, Tirkiye bi israr e ku li bakurê Sûriyê operasyoneke nû pêk bîne û got, “Til Rifet û Minbic bûne qada terorê û dema paqijkirina van cihan hatiye.”

Di lûtkeyê de, Serokkomarê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kir ku Enqere dê ji bo parastina asayişa netewî ya xwe berdewam be li ser şerê bi gotina xwe dijî rêxistinên terorîstî û daxwaz ji Rûsya û Îranê kir ku bi Tirkiyê re alîkar bin,

Erdogan got, “Weke garantorên Astanayê hêviya me ji Federasyona Rûsyayê û Îranê ew e ku di têkoşîna li dijî terorê da piştgiriyê bidin Tirkiyê.”

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir, “Em bi biryar in ku navendên şer ên ku ewlekariya me ya neteweyî xera dikin ji Sûriyê derxin.”

Erdogan herwiha destnîşan kir, “Til Rifet û Minbic bûne qada terorê. Dem dema paqijkirina van cihên ku rêxistina terorê xwe lê girtiye hatiye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokkomarê Tirkiyê ragihand, Tirkiye piştgiriya yekîtiya axa Sûriyê dike û îdia kir, ku “PYD bi piştgiriya derve hewl dide Sûriyê perçe bike.”

Erdogan destnîşan kir, “Divê bi awayekî tekez bê fêmkirin ku di paşeroja herêma me de ji terora dabeşkar û şaxên wê ra cih tune ye.”

Ew daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, ku di heman lûtkeyê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dijatiya xwe bo her core operasyoneke leşkerî di nav axa Sûriyê de ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x