Îran: Operasyon bi serkeftî bi dawî hat

Sererkanê Giştî yê Îranê îdia kir ku “operasyona” leşkerî ya li dijî Îsraîlê serkeftî bû û niyeta wan a berdewamkirina wê nîne.

14.04.2024, Paz - 13:30

Îran: Operasyon bi serkeftî bi dawî hat
Nuçe Belav bike

Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî bi televîzyona fermî ya Îranê re axivî û êrişa bi navê “Soza Rast” a ku Supaya Pasdaran a Îranê ya li dijî Îsraîlê nirxand.

Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî got:

“Di vê operasyonê de gelek dron, mûşekên krûz û balîstîk hatin bikaranîn.

Di çarçoveya planeke guncav de taktîkên baş hatin kirin û bi awayekî ku Qubeya Hesinî û mertala berevaniya mûşekî ya Rejîma Siyonîst nikaribin li ber xwe bidin hat encamdan.”

Baqirî destnîşan kir ku ew gihiştine armancên xwe û anî ziman:

“Operasyon bi serkeftî bi dawî hat. Niyeta me ya berdewamkirina wê nîne.

Eger Rejîma Siyonîst li dijî axa me, navendên me yên li Sûriyeyê û welatekî din bikeve nav liv û tevgerê, em amade ne ku operasyonên berfirehtir bikin.”

Baqirî diyar kir ku rêveberiya Tel Avîvê bi êrişa li dijî Konsulxaneya Îranê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê, xeta sor derbas kiriye.

Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî herwiha got:

“Tevî ku Amerîka îdia dike ku haya wan ji êrişa Rejîma Siyonîst a li Şamê nebûye jî çiraya kesk ji vê êrişê re vêxist û li aliyê din jî îdia dike ku ew naxwaze li herêmê alozî çêbibe.

Agahiyên me diyar dikin ku ew dixwaze operasyonê ji Îraq û Urdinê bêbandor bike.”

Baqirî bal kişand ku wan li cih û warên sivîlan û herêmên aboriyê nesxistiye û anî ziman:

“Herçend şiyana me ya avêtina mûşekên zêdetir heye jî lê me hewl da ku êrişa li dijî Îsraîlê di asta hişyariyê de bimîne.”

Aloziya Îran û Îsraîlê

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Doh Îranê bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin armancên leşkerî hatine xistin û Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema berevaniya esmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Vî nûçeyê tevayî: 104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:18:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x