Îranê 16 sal zîndan bi ser endamekî HDPê de sepand

Dadgeheke Îranê cezayê 16 sal zindan li ser girtiyekî siyasî yê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Mehmet Birdal de sepand.

22.08.2022, Pts - 10:45

Îranê 16 sal zîndan bi ser endamekî HDPê de sepand
Nuçe Belav bike

Li gor rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, beriya çend rojan dadgehîkirina Mehmet Birdal li şaxa 101 a Dadgeha Tawanan a Makoyê bi serokatiya dadwer Elemyar Irfanî hatiye lidarxistin û dadgehî ji ber çendîn tohmetan bi giştî cezayê 16 sal zîndanê li ser wî girtiyê Kurd de sepandiye.

Hengawê ragihandiye, Mehemt Birdal li Îranê bi “alîkarî û endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), hewldan li dijî ewlehiya niştimanî ya Îranê, û dabînkirina çavkaniyên darayî ji bo partiyên dijberî Îranê” hatibû tohemtbarkirin û dadgehê ji ber wan tohmetan, li ser hev 16 sal ceza li ser wî ferz kiriye.

Li gor qanûna komkirina cezayan a li Îranê, dê cezayê herî giran û zêde ku ji ber tohmetekê li ser Mehmet Birdal hatiye sepandin, li ser wî were cîbicîkirin. Rêxistina Hengawê diyar kiriye, “cezayê herî giran ku dê li ser Birdal bê cîbicîkirin, cezayê 4 sal girtîgehê ye.”

Mehmet Birdal, xelkê Bazîd a Bakurê Kurdistanê û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê 22ê Tebaxa sala 2021an li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Li gor rêxistina Hengawê, “Mehmet Birdal bihara îsal û piştî 7 mehan ji navendeke desteserkirinê ya hêzên emnî yên Îranê bo girtîgeha navendî ya Makoyê hatibû veguhestin”. Her ji roja desteserkirinê ve heta roja darizandinê, ew girtiyê siyasî yê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ji mafê hebûna parêzer û herwiha têkiliya bi malbata xwe re bêpar bûye.

Medyayên nêzîkî HDPê di 28ê Tebaxa 2021an de nûçeya girtina Mehemt Birdal ji aliyê Îranê ve belav kiribûn û ragihandibûn, Birdal ji bo bazirganiyê çûbû Îranê lê piştî ku tê ser sînorê Gurbulak-Bazirganê yê di navbera Îran-Tirkiyê de, ji aliyê hêzên Îranê ve tê girtin.

Malbata wî wê demê gotibû, Mehmet Birdal bi rêya Firokexaneya Stenbolê çûbû Tehranê.

Birdal di dawî peywendiya xwe ya telefonî de ji malbata xwe re gotibû ku hatiye deriyê sînor ê Gurbulakê yê navçeya Bazîdê û ew dixwaze ji wir derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x