Li Îranê amarên darvekirinê zêde bûne

Amarên darvekirina zindaniyên Îranî di nava pênc mehên borî de li gor sala borî, nêzîkî %50 zêde bûne.

10.06.2022, Cum - 15:17

Li Îranê amarên darvekirinê zêde bûne
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di nava pênc mehên destpêkê yên sala 2022yan de herî kêm 168 zindanî li girtîgehên Îranê hatine îdamkirin. Ev di demekê de ye ku di pênc mehên destpêkê yên sala borî de 110 kes hatibûn darvekirin.

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, piştî destpêkirina nerazîbûnên welatiyan di meha borî de, amarên darvekirinê zêde bûne.

Rêxistinê destnîşan kiriye ku her çiqas tohmeta kesên ku hatine darvekirin siyasî nebûye, lê bûyerên siyasî bandorên rasterast li ser cîbicîkriina biryara darvekirina wan kesan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:15:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x