Li Îranê dijî Belûcan tundî: 16 mirî

Di xwepêşandanên piştî nimêja înê ya li bajarê Haş ê eyaleta Sîstan Belûcistan a Îranê de, hejmara kesên ku di encama destwerdana hêzên ewlehiyê ya li hemberî xwepêşanderan de jiyana xwe ji dest dan derket 16an.

05.11.2022, Cts - 11:48

Li Îranê dijî Belûcan tundî: 16 mirî
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser rûpela Telegramê ya melayê sunne yê Îranê Mewlewî Ebdulhemîd Îsmaîlzehî, di xwepêşandanên bajarê Heşê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de rexne li bikaranîna hêza bê hevseng ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê kirin û got “Girseya ku li ber avahiya parêzgariya Haşê kom bû bi qîrîna dirûşmeyan û kevir avêtin avahiyê. Hêzên ewlehiyê bersiva kevirên avêtinê da û gule li xwepêşanderan reşandin.”

Melayê nimêja Înê Îsmaîlzehî yê bajarê Zahîdanê ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girtine wiha got:

“Li Heşê herî kêm 16 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Nayê zanîn çima helwesta polîsên parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ji parêzgehên din cudatir e. Li vê parêzgehê mirov bê merhemetî tên kuştin û di nava xwînê dedihêlin.

Duh roja Îna bixwîn li bajarê Zahidanê, îro karesata bi xwîn a li bajarê Heş ê mezinên zulm û cudakariyê derdixe holê. Ez vê karesatê şermezar dikim. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim.”

Rêxistina Çalakvanên Balûc ragihandibûn ku di bûyerên li Haşê de kesek jiyana xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:13:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x