Li Îranê teqîn çê bû

Îro pêncşembî 6ê Kanûna 2018ê li bajarê Çabeharê yê Îranê teqînek çê bû û li gorî agahiyan di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û çend kes birîndar bûne. Di teqînê de Rêveberê Polîsê Çabeharê jî hatiye kuştin.

06.12.2018, Per - 09:00

Li Îranê teqîn çê bû
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, IRNAyê ragihandiye, ku teqîna li bajarê Çabeharê êrîşeke terorîstî ye û bi otomobîleke bombekirî hatiye encamdan.

Qayimeqamê Çabeharê, Rehmdil Bamirî jî di daxuyaniyekê de ji IRNAyê re ragihandiye, terorîstan bi otomobîleke bombekirî êrîşî navenda hêzên ewlekariyê li bajarê Çabeharê kirine.

Herwiha Cîgirê Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yê bo karûbarên ewlekariyê, Mihemed Hadî Mereşî jî di daxuyaniyekê de piştrast kiriye, ku li nêzîkî navenda hêzên ewlekariyê li bajarê Çabeharê teqîn çê bûye.

IRNAyê derbarê qurbaniyên teqînê de ti zanyarî nedaye, lê belê diyar kiriye, ku di encama teqînê de hejmarek kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji medyayên Îranê, li nêzîkî vê navenda ku rastî êrîşê hatiye, dengê teqeyan jî tê bihîstin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1086 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x