Îran li Sûriyê baregeha leşkerî avakir

Ajansa BBC îddia kir ku Îran li Rojavayê Şamê binkeyek leşkerî avakiriye.

11.11.2017, Cts - 08:30

Îran li Sûriyê baregeha leşkerî avakir
Nuçe Belav bike

Çavkaniyek leşkerî ya rojavayî ji BBC re ragehand, Îran li Sûriyê mijûlê vekirina binkeyê leşkerî yê mayînde ye.

Herwaha dibêje artêşa Îranê wî binkeyê leşkerî derdora navçeya Elkiswe vedike ku 14 kîlometre dikeve başûrê Şamê û ew cîh berê ji aliyê artêşa Sûriyê ve dihate bikaranîn.

Belavbûna wî nûçe û raportê rastî demekî tê ku tengezarî û aloziyên derbarê nifûza Îranê li Sûriyê, Lûbnan û rojhilata navîn zêde bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu Îran ji ber xwe bicîh kirin û têkdana seqamgiriyê hişyar kir.

Wêneyên esmanî jî nîşan didin ku di navbera wan mehên dawî de Îranê bingehê vekirina wî binkeyê leşkerî avêtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x