Rûhanî bertek da DYA ...

Serokomarê Îranê ragihand, ku ew dê bersiva sepandina cezayê dorpêça aborî ya Kongrea Amerîkayê ya ser Îranê bidin û çalakiyên wan ên leşkerî dê berdewam bikin.

26.07.2017, Çar - 12:10

Rûhanî bertek da DYA ...
Nuçe Belav bike

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî civîna Destaya Wezîran de biryara Kongresa Amerîkayê ya derbarê sepandina dorpêça aborî ya ser Îranê rexne kir û got: “Ev dorpêç bandore li gelê Îranê nakin û siyaseta Komara Îslamî naguherin.”

Bi gotina Rûhanî, Amerîka bi sepandina van cezayên nû nikare piştgiriya welatên Ewropayê bistîne.

Rûhanî herwiha got: “Divê em behremendiyên xwe yên berevaniyê pêşbixin û bêyî ku li nêrîna kesên derve binerin, pêwîstiyên berevaniya xwe dabîn bikin.”

Serokomarê Îranê da xuyand ku eger Amerîka dixwaze li herêmê aramî û seqamgîrî peyda bibe, divê dest ji siyaseta neyartiya Îranê berde.

Roja Sêşemê 25-07-2017, Kongresa Amerîkayê bi hêceta “binpêkirina mafên mirovan, çalakiyên mûşekî û pişrgitiya Îranê ya ji terorê re”, projeya ambargoya nû ya aborî ya ser Îranê pesend kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x