Serokkomarê Îranê: Kirmaşan di warê ewlehiya sînoran û xorakê de xwedî roleke giring e

Serokkomrarê Îranê, Îbrahîm Reîsî îro bi serdanekê gihîşt parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û ragihand, di vê serdanê de ew nikarin hemû pirsgirêkên Kirmaşanê çareser bikin.

14.07.2022, Per - 13:01

Serokkomarê Îranê: Kirmaşan di warê ewlehiya sînoran û xorakê de xwedî roleke giring e
Nuçe Belav bike

Serokkomrarê Îranê, Îbrahîm Reîsî îro bi serdanekê gihîşt parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û ragihand, di vê serdanê de ew nikarin hemû pirsgirêkên Kirmaşanê çareser bikin, lewra ew dê giringî bidin pirsgirêkên herî sereke.

Îbrahîm Reîsî li Firokexaneya Kirmaşanê di axaftinekê de got, pêştir hinek ji pêwîstiyên Kirmaşanê hatine nirxandin û li Tehranê hin proje hatine amadekirin.

Bêkarî û nebûna derfetên kar, bêavî yan kêmaviya li çend bajaran û sedan gudan û herwiha pirsgirêkên mexdûrên erdheja 2017an, pirsgirêkên herî sereke yên parêzgeha Kirmaşanê ne.

Çendîn sal e di asta Îranê de amara herî zêde ya bêkariyê li Kirmaşanê heye.

Serokkomarê Îranê diyar kir, li parêzgeha Kirmaşanê derfetên guncaw hene bo geştyariyê û hinardekirina kelûpelan, bi taybet ku sînorekî dirêj bi Iraqê re heye.

Îbrahîm Reîsî herwiha amaje bi giringiya parêzgeha Kirmaşanê di warê ewlehiya sînoran û ewlehiya xorakê de kir û got, Bi 900 hezar hektar zeviyên çandinyê û potansiyela bilind a çandiniyê, Kirmaşan tevî ku dikare ewlehiya sînoran biparêze, dikare di asayişa xorakê de jî xwedî roleke giring be.

Reîsî ji bilî bajarê Kirmaşanê, serdana bajarê Serpêla Zehaw jî kir û li wê derê soz da ku projeya veguhastina avê ji Hewramanê ve bo Serpêla Zehaw û navçeyên din ên Kirmaşanê bê temamkirin.

Çalakvan û xelkê Serpêla Zehaw dibêjin, wêraniya li pey Erdheja payîza 2017 bandora wê li ser xelkê her maye. Bi taybetî ew xelkê ku malên xwe ji dest dan, ji bo avakirina xaniyeke nû ketine bin deynên bankan de, niha bank givaşê li wan dikin ku divê deynên xwe bidin.

Pêşnimêvê Serpêl Zehaw jî piştrast kir ku gelek kêşeyên piştî erdhejê nehatine çareserkirin ku pêwîst e Serokkomar guh bide daxwazên xelkê yên têkildarî wê mijarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x