Washington: Berpirsên serbazî yên Rûsyayê li Îranê hatine perwerdekirin

Berpirsên serbazî yên Rûsî li Îranê, li ser çawaniya bikaranîna dronên Îranê hatine perwerdekirin.

12.08.2022, Cum - 07:18

Washington: Berpirsên serbazî yên Rûsyayê li Îranê hatine perwerdekirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir, di nava çend hefteyên borî de, di çarçoveya rêkeftina veguhestina firokeyên bêfirokevan a navbera Tehran û Moskowê de, berpirsên serbazî yên Rûsyayê li Îranê hatine perwerdekirin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ji rojnamevanan re ragihand, berpirsên serbazî yên Rûsî li Îranê, li ser çawaniya bikaranîna dronên Îranê hatine perwerdekirin, loma Washington dê bi awayekî bihêz dorpêça bazirganî bi ser çekên Rûsî û Îranê de cîbicî bike.

Vedant Patel nîgeraniya Washingtonê li ser belavbûna drona Îranî li cîhanê ragihand û got: “Em li ser belavbûna dronên Îranî û bikaranîna wan li dijî berjewendî û hevpeymanên me yên li navçeyê, nîgeran in.”

Beriya niha radeyarên Amerîkayê ragihandibûn ku Rûsya û Îran li ser kirîna bi dehan dronên Îranê yên bombekirî, rêkeftin kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x