Wezîrekî Îranê: Em tênagihin zimanê girtiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Kultur û Geştûguzariyê yê Îranê Îzetullah Zerxamî dibêje, lêkolîner tênagihin zimanê ciwanên ku di xwepêşandanên vê dawî de hatine girtin.

07.11.2022, Pts - 10:40

Wezîrekî Îranê: Em tênagihin zimanê girtiyan
Nuçe Belav bike

Efserekî lêkolîner ji Wezîrê Kultur û Geştûguzariyê yê Îranê re gotiye: “Ne em têdigihin ku girtî çi dibêjin û ne jî ew ji me têdigihin.”

Wezîrê Kultur û Geştûguzariyê yê Îranê di vê derbarê de roja Yekşemê 6ê Mijdarê li zanîngeha Şerîf a Tehranê axivî de got: “Lêkolînerê sereke yê girtiyên vê dawiyê yên xwepêşandanên Îranê ku ezmûneke wî yê dirêj di lêpirsîna siyasetmedaran de ye, piştî ku bi sedan lêkolîn di van rojan de kirine, li xwe mikur hatiye ku ew tênagihin zimanê (bîr û baweriyên) ciwanên hatine girtin.”

Xwepêşanderên Îranê zêdetirî 50 roj in li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî xwepêşandanan li dar dixin. Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha 304 kes hatine kuştin û hejmara birîndar û binçavkiriyan bi zelalî nayê zanîn.

Medyaya fermî ya Îranê behsa dadgehkirina hezar girtiyan di xwepêşandanên vê dawiyê yên Tehranê de kiriye û rêxistinên mafên mirovan jî hişyariya bidarvekirina çend xwepêşanderan dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x