Erdogan ji bo kar û barên Îraqê nûnerekî taybet tayîn kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo posta kar û barên Îraqê nûnerekî taybet tayîn kir.

08.05.2025, Per - 10:05

Erdogan ji bo kar û barên Îraqê nûnerekî taybet tayîn kir
Nuçe Belav bike

Biryara tayînkirina Nûnerê Taybet ê Îraqê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

Li gorî biryara fermî ya rojnameyê, wezîrê berê Veysel Eroglu wekî Nûnerê Taybet ê Îraqê hat tayînkirin.

Veysel Eroglu kî ye?

18ê Tebaxê 1948an li parêzgeha Afyonkarahîsarê ji dayik bûye.

Endamê Heyeta Perwerdeyê Prof. Dr. Veysel Eroglu Fakulteya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye.

Sala 1984an bûye doçent û sala 1991ê bûye profesor.

Endamtiya Lijneya Birêvebir a Fakulteya Avahîsaziyê ya ÎTUyê bûye.

Serokatiya saziyên wekî ÎSTAÇ, KÎPTAŞ, BÎMTAŞ, HAMÎDÎYE, ÎSFALT AŞê, Şirketa Dar û Peyzajê ya Stenbolê kiriye.

Midûriya Giştî ya DSÎyê kiriye. Zêdeyî 350 gotar, teblîx û raporên teknîkî yên pîşeyî û pirtûk weşandine ku 45 jê bi zimanên biyanî ne.

4 serdeman wekî parlamenterê Afyonkarahîsarê û serdemekê jî wekî parlamenterê Îzmîrê hatiye hilbijartin.

3 serdeman wekî wezîrê Wezareta Daristan û Karên Avê di kabîneyên hikûmetên Tirkiyeyê de kar kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:47:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x