Macron ji Şer re got: Rêkeftina HSD û artêşa Sûriyeyê gelekî girîng e

Serokê Fransayê di konferansa çapemeniyê ya li Koşka Elyseeyê ya li gel Ehmed Şer got, “Rêkeftina artêşa Sûriyeyê û HSDyê gelekî girîng e û divê hemû Sûriyeyî bên parastin.”

08.05.2025, Per - 10:08

Macron ji Şer re got: Rêkeftina HSD û artêşa Sûriyeyê gelekî girîng e
Nuçe Belav bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pêşwazî kir.

Bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di civînê de amade bû.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî hevdîtinê di konferansa çapemeniyê ya hevbeş de got:

“Ev lihevkirin, ji bo parastina hemû Sûriyeyiyan xwedî girîngiyeke mezin e.”

Macron ragihand ku Fransa piştgiriyê dide her cure rêkeftinên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de.

“Li dijî gefa DAIŞê têkoşîna hevbeş hewce ye”

Macron diyar kir ku wî ji Ehmed Şer re banga hevkariyê ya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye ku li dijî DAIŞê têkoşîneke bibandor were meşandin.

Emmanuel Macron da zanîn:

“Hebûna DAIŞê li Sûriyeyê gefeke cidî ye li ser aştiya herêmî û ewlehiya navneteweyî.

Aramiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn mijareke bingehîn e.”

Macron destnîşan kir ku Fransa dê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze.

 

Vî nûçeyê tevayî: 116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x