Sûrdanî îro bi serdanekê digihe Enqereyê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 8ê Gulana 2025an, ji bo beşdarbûna di civînên Encûmena Bilind a Iraq û Tirkiyeyê ya Hevkariya Stratejîk de, berê xwe da Enqereyê.

08.05.2025, Per - 10:12

Sûrdanî îro bi serdanekê digihe Enqereyê
Nuçe Belav bike

Biryar e Sûdanî li Enqereyê, li serê şandeke payebilind, gotûbêjên fermî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re li Koşka Serokomariyê pêk bîne. Hat diyarkirin ku di rojeva gotûbêjan de, ji bilî têkiliyên dualî yên navbera herdu welatan û geşedanên herêmî û navdewletî, dê lidarxistina civîna Encûmena Hevkariya Stratejîk a Astbilind û îmzekirina çend belgeyan ji bo xurtkirina hevkariyê di warên cûrbecûr de jî cih bigirin.

Serokê Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê Fexredîn Altûn ragihand, Mihemed Şiya Sûdanî bi serokatiya şandeke payebilind a welatê xwe bi serdaneke fermî digihîje Enqereyê.

Altûn da zanîn, Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan, dê li Koşka Serokomariyê ya Beştepeyê bi merasîmeke fermî pêşwaziya Sûdanî û şanda pê re bike.

Li gorî daxuyaniya Altûn, ji bilî gotûbêjkirina têkiliyên dualî yên pirrengî yên Enqere-Bexdayê, Erdogan û Sûdanî dê serokatiyê li civîna Encûmena Hevkariya Stratejîk a Bilind a Tirkiye-Iraqê bikin û civîneke dualî jî li dar bixin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya serdanê de, herdu alî dê çend rêkeftin û yadaştnameyên nû yên lihevkirinê îmze bikin. Altûn herwiha hêviya xwe anî ziman ku bi vê serdana Sûdanî re, têkiliyên Tirkiye û Iraqê dê di gelek waran de zêdetir bên xurtkirin.

Beriya vê serdanê, roja Duşemê, 5ê Gulana 2025an, Balyozxaneya Iraqê li Enqereyê ragihandibû ku şandeke fermî ya Iraqî ji bo amadekariyên îmzekirina yadaştnameyên lihevkirinê yên dualî gihîştiye Tirkiyeyê.

Ev sêyemîn serdana Sûdanî ye bo Tirkiyeyê. Di meha Nîsana sala borî de jî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Iraqê kiribû û di wê serdanê de 26 yadaştnameyên lihevkirinê di navbera herdu welatan de hatibûn îmzekirin. Herwiha, Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê berê ragihandibû ku tê payîn Erdogan di nîvê yekem ê îsal de careke din serdana Iraqê bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 93 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x