Iraq: Em ê sîstemeke nû ya çavdêriya asmanî deynin

Artêşa Iraqê ji bo bihêzkirina sîstema xwe ya berevaniya asmanî, sîstemeke nû ya çavdêriya asmanî datîne.

25.07.2022, Pts - 07:19

Iraq: Em ê sîstemeke nû ya çavdêriya asmanî deynin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêza Asmanî ya Iraqê Ferîq Rukin Şihab Zengene duhî Yekşemê ji K24ê re ragihand, sîstema nû ya radarê ya asmanî dê bikaribe Iraqê bi awayekî rast çavdêriya asmanê û sînorên xwe yên navdewletî bike.

Her wiha got: “Ev sîstem di warê dûrbîn û vedîtinê de gelekî pêşketî ye, ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya asmanî û parastina Iraqê, em dikarin pişta xwe pê bibestin.”

Hêza asmanî ya Iraqê, beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê û berpirsê parastina asmanê Iraqê ye, çavdêriya sînorên navdewletî dike û erk û operasyonên asmanî pêk tîne. Dîroka damezrandina Hêza Asmanî ya Iraqê vedigere sala 1931ê.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x