Sûdanî: Me ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandek pêk anî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, şandek ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn ji bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan.

16.11.2022, Çar - 06:03

Sûdanî: Me ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandek pêk anî
Nuçe Belav bike

Duh Sêşemê 15ê Mijdara 2022yan, di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsekî ragihand, di nava şeş mehan de kar li ser yekalîkirina dosyeya petrol û gazê dikin.

Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir, şandek ji bo danûstandina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye û ew ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dixebitin.

Sûdanî eşkere kir, li herdu aliyan xwasteke rasteqîn heye ji bo çareserkirina kêşeyan, loma geşbîniya xwe nîşan dide ji bo gihîştina çareseriya kêşeyan.

Beriya niha jî jêderekî ragihandibû, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser kêşeyan, diçe Bexdayê.

Mijara sereke ya gotûbêjên navbera şandên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, mijara amadekirina budceya sala 2023yan û dosyeya petrol û gazê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:33:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x