Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê: 5 balafirên şer ên Hindistanê hatin xistin

Hat ragihandin ku artêşa Pakistanê 5 balafirên şer û droneke Hindistanê xistine.

07.05.2025, Çar - 10:21

Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê: 5 balafirên şer ên Hindistanê hatin xistin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Geo Newsê, çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê li ser bersivdayîna êrişên mûşekî yên Hindistanê axivîn.

Çavkaniyan diyar kir ku 5 balafirên şer û droneke Hindistanê hatine xistin û got:

"Hemû balafirên Hêzên Hewayî yên Pakistanê ewle ne. Hêzên Çekdar ên Pakistanê li hemberî êrişkariya dijmin bersiva hewce didin."

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, artêşa Pakistanê di çarçoveya êrişên bersivdayînê de baregeheke yekîneyeke Hindistanê daye ber topan.

Derbarê cihê baregehê agahiyên berfireh nehatine dayîn.

Hat diyarkirin ku li herêma Dudhnialê ya nêzîkî Xeta Kontrolê (LoC) di navbera Pakistan û Hindistanê de jî xala kontrolê ya Hindistanê bi êrişa mûşekî hatiye rûxandin.

Li gorî nûçeya Samaa TVya ku li Pakistanê weşanê dike, Pakistanê hewaya xwe ji bo 48 saetan girtiye û hemû seferên navxweyî û derve rawestandine.

Ji aliyê din, rayedarên payebilind ên hikûmetê yên ku India Todayê re axivîn îdia kir ku ti balafirên şer ên Hindistanê nehatine xistin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Hindistanê de, di daxuyaniya Artêşa Hindistanê de hat diyarkirin ku Pakistanê ji baregehên li Xeta Kontrolê û sînorê Camu Keşmîrê êriş kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrişê de 3 sivîl mirine.

Çi bûbû?

Hindistanê, 6ê Gulanê bi armanca bersivdayîna êrişa ku 22yê Nîsanê li herêma Pahalgamê pêk hatibû û 26 kes tê de hatibûn kuştin, bi mûşekan êrişî axa Pakistanê û her wiha herêma Azad Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê de kir.

Artêşa Hindistanê ragihand ku wan bi awayekî serkeftî 9 armancên ku wekî "avahiyên terorê" bi nav kirin dane ber topan.

Lê birêvebiriya Îslamabadê daxuyand ku 6 xalên sivîlan hatine hedefgirtin û 8 kes mirine ku yek ji wan zarok e, 35 kes birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x