Balafirên şer ên artêşa Amerîkayê, li parêzgehên Marîb û Emranê yên Yemenê 6 êrişên hewayî yên cuda pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, 6 êrişên hewayî yên cuda pêk hatin.
Ti daxuyaniyên fermî li ser kuştiyan an jî zererên madî nehatin dayîn.
Li gorî nûçeya ku di televîzyona El-Mesîreyê ya Hûsiyan de hat weşandin, artêşa Amerîkayê 4 êrişên hewayî li navçeya Medgalê ya Marîbê û 2 êrişên hewayî jî li navçeya Herf Sûfyanê ya Emranê pêk anîn.
Piştî êrişan ti agahî li ser hejmara kuştî û birîndaran nehatin dayîn.
Hûsiyan, di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê de ragihandibû ku ew 4 rojan dem didin Îsraîlê destûrê bide ku alîkarî bikevin Xezeyê, eger na dê êrişên xwe yên li deryayê yên li dijî Îsraîlê dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya 15ê Adarê de di tora civakî ya Truth Socialê de amaje pê kiribû ku wî fermana “êrişeke mezin” a li dijî Hûsiyan daye artêşê.
Hat ragihandin ku ji 15ê Adarê ve Amerîkayê zêdetirî 1000 êrişên hewayî li Yemenê pêk anîne, di encama van êrişan de 217 kes hatine kuştin û 436 kes jî birîndar bûne.