Li Libnanê 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 8 leşkerên wan li başûrê Libnanê hatine kuştin.

03.10.2024, Per - 10:18

Li Libnanê 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah, şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de her ku diçin gurtir dibin.

Artêşa Îsraîlê 30ê Îlonê li başûrê Libnanê li dijî Hizbulahê dest bi operasyoneke bejahî kiribû.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li gundekî başûrê Libnanê 5 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Her wiha hat ragihand ku li başûrê Libnanê 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Di nav leşkerên ku hatine kuştin de 2 ji wan pilebilind bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji destpêka operasyona bejahî ango ji 30ê Îlonê ve heta niha 8 leşkerên wan hatine kuştin.

Hizbulah: 3 tankên Îsraîlê hatin îmhakirin

Li aliyê din, Hizbulahê jî ragihand ku wan 3 tankên Merkavayê yên Îsraîlê ku ber bi gundê Marûn El-Rasê yê Libnanê ve diçûn îmha kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x