NATO li Iraqê baregeha leşkerî ava dike

Li gorî îdîayan NATO ji bo perwerdeya hêzên iraqî ya tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmê baregeke leşkerî ava dike.

06.02.2017, Pts - 06:16

NATO li Iraqê baregeha leşkerî ava dike
Nuçe Belav bike

NATO bernameya perwerde wê bi pêşengiya Bernameya Zanistî ya ji bo Ewlehî û Aştî ya NATOyê pêk bîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ku dispêre serbazê artêşa Romanyayê Gheorghe Dragos, NATO ji bo hêzên ewlehî yên Iraqê wezîfeya xwe baş bi kar bînin wê dest bi bernameyeke perwerdehiyê bikin daxwaz ji wan kiriye. Dragos di axaftina xwe de dibêje: "Di vê mijarê de armanca me ya sereke di qadên perwerdehiyê de fêrkirina teqemenî û bombeyên destçêkirî ye. Ji bo vê berpirsyariya me pir mezin e. Lewma şagirtên me şervan in û piştî perwerdeyê wê tevlî şer bibin."

Serbazê artêşa Spanyayê Juan Enrique Gomez Martin jî di axaftina xwe de dibêje: "Wezîfeya me di mijara tekoşîna teqemeniyan de em piştgiriyê bidin NATOyê ye. Bidestxistina teqemeniyên destçêkirî û çekên erzan pir hêsane. Ji xeyrî terorîzm û tirsê ev amûrên leşkerî dibin sedena kuştina însanan jî. Em gengaz in li hemberî van teqemeniyan tekoşînê bidin û ev jî wezîfeya navenda me ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1085 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x