Îsraîlê li Libnanê berpirsekî Hizbulahê kir armanc

Li bajarê Nabatiyeyê yê başûrê Libnanê droneke artêşa Îsraîlê otomobîlek kir armanc.

09.02.2024, Cum - 07:22

Îsraîlê li Libnanê berpirsekî Hizbulahê kir armanc
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, balafireke bêmirov a Îsraîlê li deriyê rojhilatê bajarê Nabatiyeyê li otomobîleke sivîlan xist.

Li gorî nûçeyê, di otomobîlê de 3 kes hebûn û ambulansên ku hatin cihê bûyerê ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya AFPyê ku xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, li Nebatiyeyê artêşa Îsraîlê efserekî leşkerî yê Hizbulahê kiriye amranc.

Heta niha nasnameya kesên ku bûne armanca êrişê nehatine eşkerekirin û ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:34:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x