Ehmed Şera Beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê nabe

Serokatiya Sûriyeyê piştrast kir, Serokê Demkî Ehmed Şera dê roja Şemiyê beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê nebe. Da zanîn jî, Wezîrê Derve dê serokatiya şanda welatê xwe di civînê de bike.

13.05.2025, Sal - 10:44

Ehmed Şera Beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê nabe
Nuçe Belav bike

Serokatiya Sûriyeyê şeva borî di daxuyaniyekê de got: “Serok Ehmed Şera dê beşdarî karûbarên Lûtkeya Erebî ya ku biryar e li Bexdayê bê lidarxistin nebe.” Da zanîn jî, Wezîrê Derve Es’ed Şeybanî dê nûnertiya Sûriyeyê di lûtkeyê de bike.”

Ev biryar piştî wê tê, di hefteyên dawî de, vexwendina fermî ya ji bo Şera ji aliyê siyasetmedarên payebilind ên Iraqî ve rastî rexneyên tund hatibû.

Ji dema rûxandina desthilatdariya Beşar Esed, ku hevalbendekî nêzîk ê Iraqê bû, Bexda bi hişyarî serederî li desthilatdarên nû yên li Şamê dike. Ji aliyê xwe ve, hikûmeta nû ya Sûriyeyê hêvî dike ku têkiliyeke xurt bi cîrana xwe re deyne.

Di vê çarçoveyê de, şandeke Iraqî bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî Hemîd Şetrî dawiya meha borî serdana Şamê kiribû. Şandê bi Şera û berpirsên hikûmetê re behsa hevkarîya di warê ewlehî, bazirganî û têkoşîna li dijî terorê de kiribû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqî dane ajansa “AFP”, biryareke kevn a girtinê li Iraqê derbarê Şera de heye. Ev biryar vedigere serdema ku ew di nav refên rêxistina El-Qaîde de li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanên wan şer dikir û ji ber vê yekê bi salan li Iraqê girtî mabû.

Hevdem ligel amadekariyên lûtkeyê, Wezareta Navxwe ya Iraqê roja Şemiyê ragihandibû, li Bexdayê xwepêşandan ji roja 11ê Gulanê heta 20ê Gulanê hatine qedexekirin û hişyarî da ku “her kesê hewl bide xwepêşandanan bike dê bê girtin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:12:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x