24 kesên din bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Di operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de 24 kesên din bi hinceta “endamtî û hevkariya PKKyê” hatin deteserkirin.

05.10.2023, Per - 10:40

24 kesên din bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serê sibeha îro hêzên Fermandariya Giştî ya Cendirme û Rêveberiya Giştî ya Asayîşê, li parêzgehên Erzirom, Dîlok û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û Stenbola Tirkiyeyê bi ser çendîn navnîşanan de girt û 24 kes desteser kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li çar parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyoneke nû pêk aniye.

Yerlikaya da zanîn ku di encama wan operasyonan de 24 kes hatine desteserkirin.

Piştî êrişa roja yekşemê a li hemberî Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkiyeyê ya li Enqereyê ku PKKyê berpirsyariya wê li xwe girt, li nav Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê rojane operasyon tên kirin.

Heta niha bi hinceta PKKyê gelek kes hatine desteserkirin.

Di dema sê rojên borî de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 kes bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatine desteserkirin.

Tevlî van 24 kesên ku îro hatine desteserkirin, hejmara desteserkiriyan gihişte 136 kesan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x