9 kesên ku derbarê lîstika Amedspor-Bursasporê de hatibûn desteserkirin hatin berdan

9 kesên ku li bajarê Bursa yê Tirkiyê derbarê provokasyonên leyistika di navbera Bursaspor û Amedsporê, de hatibûn desteserkirin, hatin azadkirin.

07.03.2023, Sal - 18:10

9 kesên ku derbarê lîstika Amedspor-Bursasporê de hatibûn desteserkirin hatin berdan
Nuçe Belav bike

Kluba Amedsporê ku piraniya yarîzanên wê Kurd in, roja Şemiyê 5ê Adara 2023an bi armanca leyistika ligel Bursasporê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çûn bajarê Bursa yê Tirkiyê.

Heman şevê bi dehan alîgirên Bursasporê li ber wê otêlê kom bûn ku yarîzanên Amedsporê lê diman, slogana nîjadperestî “Çiqas bextewer e ew kesê dibêje Tirk im” bilind kirin.

Roja Yekşemê piştî nîvro, berî destpêkirina leyistikê, di dema leyistikê de û piştî bidawîbûna leyistikê jî çend caran yarîzan, alîgirên Bursasporê û polîsan êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Bursayê derbarê wan provaksyonên li hember tîma Amedsporê roja Dûşemê lêkolîn hatibû destpêkirin û 9 kes hatibûn destserkirin.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 7ê Adara 2023an piştî temambûna karûbarên yasayî kesên destserkirî bo dozgeriyê hatin şandin. 3 ji wan ji aliyê dozger ve hatin azad kirin û 6 kesên mayî jî bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Hat ragihandin bi biryara dadgehê her 6 kesên mayî jî bi mercê kontrola dadî hatine azadkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x